Di rojekê de nêzî 11 hezar kes bi Koronayê ketine

Rûsya duyemîn welate ku rastî zirarên zêde hatiye
کوردستان TV
100%

Li gor çapemeniya Rûsyeyê belav bûna bilez ya Koronayê li vê welatî berdewame.

Rayedarên Rûsî ji çapemeniya welatê xwe re diyar kirine ku di nava rojekê de 10 hezar û 899 welatiyên din bi Koronayê ketine û ev hijmara herî zêdeye li cîhanê de ku di nava rojekê de were tomarkirin.

Heta niha li Rûsyeyê bi giştî 232 hezar û 243 welatî bi Koronayê ketine û di nava rojekê de 107 welatiyên din jî jiber koronayê canê xwe ji dest dane.

Niha Rûsye duyemîn welate li cîhanê ku hijmareke zêde welatî tê de bi Koronayê ketine.

Ji aliyeke din ve îro sêşem Serokê Rûsyayê diyar kiriye ku ji îro pêve hêdî hêdî hewl bo normal kirina rewşê didin.

Jiber Koronayê abûriya Rûsyeyê jî rastî qirîzeke mezin hatiye lewre rayedarên vê welatî rixmî dom kirina belav bûna bilez ya Koronayê neçarin hewl bo normal kirina rewşê û ve kirina kargeh û navendên giştî bidin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.