Li gor zaniyariyên berdest duhê duşem hêzên îtlaata Îranê li Rojhilatê Kurdistanê 3 welatiyên din yên Kurd binçav kirine.
Li gor ajansa nûçeyan ya Kurdpayê duhê ciwaneke temen 17 sal yê Kurd şêniyên bajarê Pîranşarê ji aliyê îtlaatê ve hatine girtin.
Navê vî ciwanê girtî Semî Şafiyane û di encama êrîşa îtlaatê de bo ser mala vî de, hatiye girtin.
Ji aliyeke din ve li du welatiyên din yên Kurd şêniyên bajarokê Dêzilî ya ser bi Selwawa ji aliyê hêzên îtlaatê ve hatine binçavkirin û heta niha ti zaniyarî li ser çarenivîsa wan her sê welatiyên Kurd li berdest tuneye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin