Artêşa Tirkiyeyê di çarçoveya êrîşên xwe yên bo ser cîh û pêgehên gerîlayên pkkê yên li Başûrê Kurdistanê de, duhê bi şev hin deverên din bordiman kir.
Li gor zaniyariyên berdest artêşa Tirkiyeyê duhê bi şev cîh û navendên PKKê yên li Xakûrik û derdorê bordiman kiriye.
Heta niha ti zaniyarî derbarê zirarên bordimanê de nehatine bidestxistin.
Ji aliyeke din ve hate zanîn ku bordimana duhê bi şev zirarên madî gehandiye bax û rezên şêniyên deverê.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin