Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî encamên çalakiyên dawî yên hêzên xwe li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê weşand.
Daxuyaniya HRE`yê wiha ye:
"Di roja 5`ê Gulanê de, hêzên me di navbera gundê Dêrbêlûtê û navçeya Cindirêsê de li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyek li dar xistin. Di encamê de 2 çete hatin kuştin.
Di roja 7`ê Gulanê de, hêzên me li gundê Basûtê yê bi ser navçeya Şêrawa de li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyek sabotajê li dar xistin. Di encamê de 2 çete hatin kuştin, 2 çete jî brîndar bûn.
Di roja 8`ê Gulanê de, hêzên me li derdora bajarê Marê li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyek sekvanî li dar xistin. Di encamê de 1 çete hat kuştin.
Di roja 11`ê Gulanê de, hêzên me li çerxe rêya navenda bajarê Efrînê li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyek sabotajê li dar xistin. Di encamê de 1 çete hat kuştin, 1 çete jî birîndar bûn.
Bi giştî di encama çalakiyên hêzên me de 6 çete hatin kuştin, 3 jî brîndar bûn
Anha
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin