Serok Barzanî: Navenda Laleşê xudan erekeke pîroze

dibêje ez piştîvaniya çalakiyên navenda Laleşê dikim
کوردستان TV
100%

Serok Barzanî bi minasebeta 27mîn salvegera damezrandina navenda çandî û rewşenbîrî ya Laleşê peyameke pîrozbayî pêşkêş kir ku ev jî tekesta vê ye;

Bi navê xwedê

Serok û endamên birêz yên navenda Laleşê

Bi minasebeta 27mîn salvegera damezrandina navenda Laleşê pîrozbayiyên xwe pêşkêşî we, karmend û endamên vê navenda han û tevahiya xuşik û birayên êzidî dikim.

Spasiya hevldanên we dikim yên bo xizmet kirin û pêşde birina çanda êzidiyan û destê we xweş be.

Erkeke pîroz li stuyê weye bo xizmet kirina xuşik û birayên êzidî û liwir piştgîriya xwe bo kar û çalakiyên we diyar dikim û hêviya aramî, asûdeyî û çê bûna birînan bo xuşik û birayên êzidî û herwiha hêviya sekeftinê bo we dixwazim.

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.