Li gor zaniyariyên berdest şaxê Urmiyeyê ya dadgeha şoreşa Îranê cezayê 21 sal girtîgehê daye welatiyekî Kurd yê ku kêm endam ( xudan pêdiviyê taybet)e.
Ev welatiyê han li gel biryarê xwe beriya demekê ji aliyê îtlaatê ve hatibûn girtin û piştî mayîn bi qasî 48 rojan di odeyên takekesî yên taybet bi Îtlaatê, bo cara ewil çûye dadgeh û dadgeh jî cezayê 21 sal girtîgehê daye vî.
Ji aliyekê din ve hate zanîn ku ev welatiyê han bi raporta tendirostiya Îranê rêjeya kêmendamiya vî gelek zêdeye û bi awayekê ku bi tenê nikare pêdiviyên xwe yên taybet bicîh bîne.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin