Konsulusê Franseyê yê li Hewlêrê ragihand ku hikûmeta herêma Kurdistanê kariye bi awayeke serkeftî li hember Koronayê biser bikeve.
Nivîsîngeha Cîgirê serokê parlementoya Kurdistanê belav kir ku Cîgirê Serokê parlementoyê Hêmin Hewramî li gel Konsulusê giştî yê Franseyê li Hewlêrê civiyaye û di civînê de behsa çend mijaran bi taybetî Koronayê hatiye kirin.
Her di heman civînê de Konsulusê Franseyê Olivier Decottignes eşkere kiriye ku li gor welatên din yên deverê û cîhanê, herêma Kurdistanê kariye bi awayeke serkeftî bi ser Koronayê de zal bibe û ev vîrosa han li Kurdistanê de kontrol bike.
Di berdewamiya civînê de behsa têkiliyên navbera Franse û Kurdistanê, rewşa siyasî û îdarî ya Kurdistanê, kêşe û danûstandinên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye kirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin