Hikûet bi qasî 10 miliyon dolar hevkariya xelkê dike

10 miliyon dolar jî bo dabîn kirina pêdiviyên tendirostî tê xerckirin
کوردستان TV
100%

Hikûmeta herêma Kurdistanê vê bi qasî 10 miliyon dolar hevkariya welatiyên xizan bike.

Di vê derbarê de Peyvdarê wezareta karûbarên civakî Aryan Ehmed ragihand ku vê hikûmeta herêma Kurdistanê 10 miliyon dolar yaku ji aliyê dilxwaz û xêrxwazan ve hatiye pêşkêşkirin, bide erzaq û li ser malbet û kesên xizan de dabeş bike.

Aryan Ehmed anî ziman ku vê erzaqa ku bi wan pereyan tê kirîn li seraserê Kurdistanê li ser zêdetir ji 200 hezar malbetan were dabeşkirin.

Ehmed anî ziman ku di çarçoveya kempîna hikûmetê de ya bo rûbirû bûna Koronayê bi giştî 20 miliyon dolar hatibû komkirin û 10 miliyon ji pereyên han bo karûbarên tendirostî li seraserê Kurdistanê tê xerckirin û radestî wezareta tendirostî hatiye kirin.

10 miliyonê din jî bo ku pê erzaq were kirîn û li ser welatiyên xizan li seraserê Kurdistanê were dabeşkirin radestî wezareta karûbarên civakî hatiye kirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.