Li gor jêderên nûçeyan ji Rojhilatê Kurdistanê girtiyeke siyasî yê Kurd yê ku biryara îdam kirinê jê re hatiye dayîn, ji girtîgehê hatiye derxistin û wendaye.
Ajansa Kurdpa belav kir ku duhê şeme girtiyê siyasî yê Kurd bi navê Hîdayet Ebdulapûr yê ku biryara îdam kirinê jê re hatiye dayîn, li girtîgeha navendî ya Urmiyeyê hatiye derxistin û wendaye kes nizane çi bi ser vî hatiye.
Ebdulapûr xelkê bajarê Şinoye û ev demeke dirêje di girtîgeha Urmiyeyê de girtiye.
Nav hatî du caran li dadgeha Şoreşê ya li Urmiyeyê hatiye darizandin û bi tawana hevkarî kirina partiyeke Kurdî bi îdam kirinê hatiye mehkûmkirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin