Daxwaza xwepîşandanê li dijî Tikiyeyê tê kirin

dibêje lazime Tirkiye û cîhadî ji deverê werin derxistin
کوردستان TV
100%

Fermandarê Tûgaya Şoreşgerên Idlibê dibêje lazime xelk li dijî Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê dest bi xwepîşandanên berfire bikin û wan ji deverên xwe der bixin.

Fermandarê tûgaya Şoreşgerên Îdlibê Eskender Ela ji ajansa anhayê re diyar kiriye ku jiber hebûna artêşa Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê rewşa Îdlib, Bakûrê Sûriyeyê û hin deverên din gelek aloze, xelk nikare bi asanî jiyana xwe ya rojane bidomîne.

Eskender Ela herwiha eşkere kiriye ku Tirkiye dixwaze bi rêya wan cîhadiyan û dagîrkirina axa Sûriyeyê bi taybetî li Bakûrê Sûriyeyê, alozî û nakokiyên li Sûriyeyê û deverê bidomîne lewre eger şêniyên wan deveran, daxwaza aramiyê, aştiyê  û jiyaneke birûmet dikin lazime beriya her tiştekê dest bi xwepîşandanên berfire li dijî Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê bikin û wan ji deverên xwe biqewitînin.

N: E. G

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.