Hejmara pêketiyên vîrusa Korona çar mîlyon derbaz kir

Amerîka yekem welate ku herî zêde xelk canê xwe ji dest dane
کوردستان TV
100%

Li gor agahiyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 4,026,729 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona ji nav welatên cîhanê herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wir hejmara pêketîyan 1,309,541 e.

Li dû Amerîka, bi 223,578 pêketîyên vîrusa korona Îspanya, li dû wê jî bi 218,268 pêketîyan Îtalya tê.

Ew vîrus di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Li Çînê heta niha 83,990 kes bi vîrusa korona ketine.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li seranserê cîhanê 279,345 kes jiber vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dane.

Li Amerîka 78,794, li Brîtanya 31,662 û li Îtalya 30,395 kes bi vîrusa korona mirine

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.