Îro Serok Barzanî jiber koça dawî ya pêşmergeyên her du şoreşên Îlon û Gulanê peyameke sersaxî da ku ev jî tekesta vê ye;
Binavê xwedê mezin û dilovan
Mixabin nûçeya koça dawî ya kesayetiyê navdar û nîştiman perwer û pêşmerge û xebatgerê her du şoreşa Îlon û Gulanê Ebdulereman Hac Elî gehêşte me.
Xwedê jê razî di temamiya temenê xwe de bi awayekî dilosane xizmeta rêbaza Barzanî û Kurdatî kir, xudan roleke berçav di şoreşa Îlon û Gulanê de hebûye, ji dest dana vî wendahiyeke mezine.
Sersaxiyên xwe pêşkêşî malbeta birêz Ebdulrehman Hac Elî dikim û xwe bi hevparê xemê wan dizamin, daxwaz ji xedê mezin dikim rehmetî bi ceneta xwe şad bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin