Piştî dagîr kirina Efrînê ji aliyê Tirkiye û cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê ve, hewldanên guhertina demografiya vê bajara Kurdistanî destpê kirin û heta niha hijmareke gelek zêde şêniyên Kurd ji bajarê hatine derkirin û di şûna wan de cîhadiyên Tirkmen, Ereb û malbetên cîhadiyên Tirkimenistanî, Çîçanî û biyanî hatine bicîhkirin.
Di pêngava herî dawî ya guhertina demografiya Efrînê de artêşa Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê dest bi ser 35 xaniyên welatiyên Kurd de girtin û xudanên wan xaniyan jî ji bajarê derxistin.
Jêderên taybetî ji Rojavayê Kurdistanê behsa vê yekê dikin ku duhê cîhadiyên Tirkiyeyê bi hevkarî û piştîvaniya artêşa Tirkiyeyê dest danîne ser 35 xaniyên şêniyên Kurd yên Efrînê û xudanên wan xaniyan jî ji Efrînê derxistine û malbetên cîhadiyan di nava wan xaniyan de bicîhkirine.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin