Firakisyona Fetih daxwaza hevkariyê ji Amerîkayê dike

dibêje Îraq di nava rewşeke gelek dijwar deye
کوردستان TV
100%

Li gel dest bikar kirina hikûmet û Serokwezîrê nû yê Îraqê, aliyeke şîe daxwaz ji Amerîkayê dike ku di her warekê de hevkariya Îraqê bike.

Firakisyona Fetih ya bi Serokatiya Hadî Amerî ku ser bi Îranê ye, daxwaz ji Amerîkayê kiriye, hevkariya Îraqê bike.

Serokê firakisyona Fetih li Parlementoya Îraqê Muhemed Xezban eşkere kiriye ku niha Îraq di nava rewşeke gelek dijwar de derbaz dibe lewre em weke firakisyona Fetih daxwaz ji Amerîkayê dikin ku di vê qonaxa dijwar de di her warekê de hevkariya Îraqê bike.

Nav hatî eşkere kiriye ku nabe Amerîka bêje destbikar kirina Kazimî bo min serketin û bo dijminên min jî şikeste belku lazime Amerîka di her warekê de hevkariya Îraqê bikin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.