Şêwirmendekî Cîgirê Serokê Amerîka bi vîursa Korona ket

beriya niha şêwirmendeke leşkerî jî bi Koronayê ketibû
کوردستان TV
100%

Testa vîrusa korona ya şêwirmendekî Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence erênî derket.

Berî wî şêwirmendî, leşkerî artêşa Amerîka ya li Qesira Sipî jî bi vîrusa korona ketibû.

Serok Donald Trump ji Fox Newsê re dîyar kir ku ew leşker bi wî re li heman jûrê bûye, lê wî bi wî leşkerî re ti danûstandin nekiriye.

Qesira Sipî ragihand ku testên vîrusa korona yên Trump û Pence neyênî derketine û da zanîn ku ewê her roj xwe bo wê vîrusê test bikin.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li Amerîka bi qasî 1,280,000 kes bi vîrusa korona ketine 76,706 kes bi wê mirine

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.