Şanda Kurdistanî: Civînên me gelek erênî bûn

vê danûstandin bidomin
کوردستان TV
100%

Şanda danûstandinkar ya Kurdistanê ku bo giftûgo kirin li gel rayedarên Îraqê du caran serdana Bexdayê kiribû, derbarê naveroka civîn û hevdîtinên xwe yên li gel rayedarên Îraqê de daxuyaniyek bo raya giştî belav kir.

Di daxuyaniya han de behsa vê yekê kiriye ku civînên navbera şanda danûstandinkar ya Kurdistanê û rayedarên Îraqê bo çareser kirina kêşeyên heyî yên di navbera her du aliyan de erênî bûne. Bo diyar kirin û dîtina mekanîzma çareser kirina kêşeyan komîte hatibûn avakirin û komîteyên han jî karên xwe bi başî kirine û xalên nakok yên di navbera her du aliyan de hatine diyarkirin û çend pêşniyar bo çareser kirina wan jî hatine amadekirin.

Di civînan de hikûmeta herêma Kurdistanê pêbendiyên xwe derbarê pirsa petrolê de diyar kiriye bo ku her du alî bigehêjin rêkeftineke bingehîn.

Danûstandinên han di pêşerojê de heta deme rêkeftin di navbera her du aliyan de çê dibe berdewam dibin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.