16 welatiyên Kurd ji aliyê îtlaata Îranê ve hatin girtin

hinceta girtinê weke hevkariya partiyên Kurdî hatiye diyarkirin
کوردستان TV
100%

Li gor zaniyariyên berdest, hêzên îtlaata Îranê li her du bajarên Sine û Urmiyeyê li dijî ciwanên Kurd operasiyoeneke berfire ya binçav kirinê dane destpêkirin.

Di çarçovye operasiyona han de li her du bajarên Sine û Urmiyeyê de heta niha 16 ciwanên Kurd ji aliyê îtlaatê ve hatine girtin.

Hetiye zanîn ku sedema operasiyonê û girtina wan ciwanên Kurd ji aliyê îtlaata Îranê ve weke hevkarî kirina partiyên Kurdî yên dijî rejîma Îranê hatiye diyarkirin.

N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.