Rayedareke mezin ya spaha pasdaran hate kuştin

yek ji kuştiyan jenerale
کوردستان TV
100%

Li gor zaniyariyên berdest duhê li devera Çilçeme ya ser bi Dîwandere ya li Rojhilatê Kurdistanê pevçûn di navbera tîmeke çekdar û hêzên spaha pasdaran ya Îranê de qewmiye.

Jêder behsa vê yekê dikin ku di pevçûna han de sê endamên spaha pasdaran hatine kuştin ku di nava kuştiyan de yek ji wan Jeneralê spaha pasdarane.

Derbarê vê bûyerê de qerargeha Hemze ya spaha pasdaran ya li Rojhilatê Kurdistanê ragihandiye ku di pevçûneke navbera hêzên spah û endamên partiyeke Kurdî de li devera Çilçeme Jeneralekî spah û du encamên din yên spahê hatine kuştin û navê Jeneralê kuştî jî Şekîba Selîmiye.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.