Li Amerîkayê zêdetir ji 70 hezar kes canê xwe ji dest dane

yekem welate ku rastî zêdetirîn zirar hatiye
کوردستان TV
100%

Li gor agahiyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li Amerîka 70,847 kesan bi vîrusa korona jiyanên xwe ji dest dane.

Ji nav eyaletên Amerîka, herî zêde li New Yorkê mirinên ji vîrusa korona çêbûne..

Li New Yorkê 25,073, li New Jerseyê 8,244 û li Massachussetsê jî 4,212 kes bi vîrusa korona mirine.

Enstîtuya ser saxlemîyê ya li Zanîngeha Washingtonê dide zanîn ku heta serê Tebaxê, wê li Amerîka bi qasî 135,000 kes jiber vîrusa korona bimirin.

Serokê Amerîka Donald Trump ji Fox News’ê re diyar kiribû ku dê ‘’bi qasî 75, 80, 100 hezar kes’’ bi vîrusa korona jîyanên xwe ji dest bidin.

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.