Kesek li Silêmanî jinek di kuje

destpêkê xendiqandiye pişt re jî kareba daye laşê vê
کوردستان TV
100%

 

Polîsê Silêmanî ragihand ku ciwaneke temen 28 sal binçav kirine ku jineke temen 29 sal kuştiye.

Li gor daxuyaniya polîsê Silêmanî ciwanê 28 salî di nava mala jina 29 salî de, jin xendiqandiye û pişt re bo ku wisa bide diyarkirin ku jiber karebayê canê xwe ji dest daye, kareba daye laşê jinê.

Polîs eşkere kiriye ku ev ciwanê han roja 4ê vê mehê hatiye girtin û piştî du roj lêpirsînê li xwe û tawana xwe mokir hatiye.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.