Duhê bi şev balefirên şer yên Îsraîlê êrîşî ser cebelxaneyeke mezin ya çekdarên Îranî û artêşa Sûriyeyê kir.
Li gor zaniyariyên ku ji aliyê çapemeniya Sûriyeyê ve hatine belavkirin, duhê bi şev balefirên şer yên Îsraîlê êrîşî ser cebelxaneyeke çekdarên Îranî û artêşa rejîmê li devera Sefîra ya li nêzî bajarê Helebê kirine û ev cebelxaneya han teqandine.
Derbarê zirarên canî yên vê êrîşê de ti zaniyarî nehatine belavkirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin