Firaksiyona partiya demokrata Kurdistanê li parlementoya Kurdistanê ragihand ku vê di civînên pêşiya me yên parlementoyê de, parêzbendiya çend parlementeran were hilweşandin.
Li gor daxuyaniya firaksiyona PDKê vê di civînên pêşiya me yên parlementoya Kurdistanê de dengdan li ser hilweşandina parêzbendiya çend parlementeran bi taybetî parlementerê komela îslamî Soran Omer li ser fermana Serokwezîrê herêma Kurdistanê were kirin.
Di berdewamiya daxuniya han de hatiye diyar kirin ku ev çendîn care ku Soran Omer bi navê ol, direwan dike, îftîra davêje ser xelkê û raya giştî bi direw û tiştên xwe yên ne rast dixapîne.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin