Trump: Mimkune heta dawiya salê vaksîn amade bibe

dibêje mimkune 100 hezar kes bimirin
کوردستان TV
100%

Serokê Amerîka Donald Trump texmînên ser hejmara kesên dê jiber vîrusa jiyana xwe ji dest bidin zêdetir kir.

Trump ji Fox News’ê re diyar kir ku ‘’bi qasî 75, 80, 100 hezar kes’’ dê jiber vîrusa korona jiyana xwe ji dest bidin.

Wî di rojên borî de dabû zanîn ku jiber şewba korona dê li dora 60-70 hezar kes bimirin.

Serokê Amerîka derbarê perpûna vîrusa korona jî got ku ew bawer dikin ku ewê wê heta dawiya vê salê hazir bikin.

Trump herwiha ser paketên alîkariya aborî jî dîyar kir ku dibe ku ew ji 3 trîlyon dolar pirtir be û da zanîn ku pirtir alîkarî jî dê were.

Li gor agahiyên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li Amerîka pirtir ji 1,150,000 pêketîyên vîrusa korona hene û 67,682 kes bi wê mirine.

Hin pspor dibêjin ku divê rewişên karantînayê bidomin, lê Trump diyar kir ku divê kompanî vegerin ser karên xwe û aborî bimeşe.

Li ber e ku 30 ji 50 eyaletên Amerîka vê hefteyê tedbîrên dijî vîrusa korona sist bikin.

Trump diyar kir ku ew bi waliyên eyaletên re danûstandinan dikin û ewê ji vîrusa korona bi temamî bifilitin û gel vegere ser karên xwe.

Bi destkarî ve ji voayê hatiye wergirtin

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.