Birêveberê tendirostiya Hewlêrê Dilovan Mihemed Fatih celal ragihand ku du welatiyên din yên ku bi Koronayê ketibûn, piştî wergirtina çareseriya nûjdarî li nexweşxaneyan, rewşa wan ya tendirostî baş bûye û bo malên xwe hatine şandin.
Dilovan Mihemed herwiha eşkere kiriye ku heta niha li Hewlêrê bi giştî 169 welatî ku bi Koronayê ketibûn, piştî wergirtina çareseriya nûjdarî rewşa wan baş bûye û bo malên xwe hatine şandin.
Nav hatî eşkere kiriye ku heta niha li seraserê Kurdistanê bi giştî 332 kesên ku bi Koronayê ketibûn, piştî wergirtina çareseriya nûjdarî baş bûne û bo malên xwe hatine şandin.
Mihemed eşkere kir ku niha li Kurdistanê de bi giştî 387 berketiyên Koronayê mane ku 208 li Hewlêr, 138 li Silêmanî, 19 li Dihuk, 22 li Helebce ne û heta niha bi giştî 5 kesan jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin