DIŞIê 5 çekdarên heşda eşîran kuşt

Fermandarekî çekdarên eşîran jî hatiye kuştin
کوردستان TV
100%

Duhê êwarê li devera Ozeyim DIŞIê êrîşî ser çekdarên heşda şebî û heşda eşayêrî (eşîran)kir û di encama êrîşê de hijmarek çekdar hatin kuştin û birîndarkirin.

Di vê derbarê de birêveberê nahiyeya Ozeyim ya ser bi parêzgeha Diyalayê Ebdulcebar Ehmed ragihand ku êwara roja yekşemê terorîstên DIŞIê êrîşî ser devera Ozeyim kirine û di encama êrîşê de 5 çekdarên heşda eşayêrî hatine kuştin û 4 çekdarên din jî birîndar bûne.

Nav hatî eşkere kiriye ku di nava kuştiyan de Fermandareke leşkerî ya çekdarên eşîran jî heye.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.