Li gor zaniyariyên berdest, welatiyekî Kurd ku xelkê bajarê Hewlêrê ye ji aliyê polîsê Bosna ve bi eşkence kirinê hatiye kuştin.
Di vê derbarê de malpera peyamakurd belav kir ku hêzên polîs yên Bosnayê di nava kempeke penaberan de li vê welatî, eşkenceya welatiyekî Kurd ku xelkê Hewlêrê ye kirine û di encama eşkence kirinê de ev welatiyê Kurd canê xwe ji dest daye.
Navê penaberê Kurd yê ku ji aliyê polîs ve hatiye kuştin nehatiye eşkerekirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin