Hêzên çekdar yên ser bi rejîma Îranê du kolberên din yên Kurd qetil kirin.
Li gor raporta navenda Hengaw ya bo mafên mirovan, îro danê sibê li sînorê Hengejal ya nêzî bajarê Baneyê hêzên çekdar yên Îranê gole li ser kolberên Kurd reşandine û di encam de kolberekî temen 22 sal bi navê Mehmûd Moradî canê xwe ji dest daye.
Moradî xelkê gundeke ser bi bajarê Baneyê bûye.
Herwiha duhê bi şev jî li sînorê kanî Zerde ya ser bi Serdeştê çekdarên rejîmê dîs êrîşî ser kolberên Kurd kirine û di encama de kolbereke din yê bi navê Mihemed Îbrahîmzade (37) ku xelkê Pîranşarê ye canê xwe ji dest daye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin