Serokatiya Kurdistanê derbarê êrîşên DIŞIê de daxuyaniyek weşandiye û di daxuyaniyê de êrîşên terorîstan mehkûm kiriye.
Serokatiya Kurdistanê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku bi tundî êrîşîn terorîstên DIŞIê yên bo ser devera Mekşefiye ya li parêzgeha Selahedînê ku di encama wan de hijmarek ji hêzên ewlekarî hatine kuştin û hijmareke din jî birîndar bûne, mehkûm dike.
Ev êrîş û êrîşên din yên vê dawiyê yên DIŞIê nîşaneyeke giringe bo zêdebûna êrîş metirsiyên tererê û zêde bûna liv û tevgerên terorîstên DIŞIê.
Ev yek hayedariyeke bo hişiyar kirina tevahiya me û herwiha belgeyeke ku îsbat dike DIŞIê ne aramiya rewşa Îraqê weke derfet bo xwe bikar tîne bo dubare xwe organîzekirin û destpê kirina êrîşên xwe.
Serokatiya Kurdistanê eşkere kiriye ku rewşa heyî wisa dixwaze daku bilez kêşe û aloziyên navxweyî yên Îraqê werin çareserkirin û bihevre rûbirûyê metirsiyên terorê bibin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin