Serokwezîr li gel şanda danûstankar ya Kurdistanî civiya

tekez li ser dijartî kirina du îdareyî hatiye kirin
کوردستان TV
100%

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şanda danûstankar ya Kurdistanê yaku hefteya derbazbûyî serdana Bexdayê kiribû civiya û piştî civînê li ser pêgeha xwe ya fermî wisa nivîsand;

Îro şeme 2/5/2020 li gel şanda hikûmeta herêma Kurdistanê yaku hefteya derbazbûyî serdana Bexdayê kiribû civiyan.

Di civînê de şand encamên serdana xwe ya bo Bexdayê û giftûgoyên xwe yên li gel rayedarên hikûmeta federal diyar kir û tekez li ser domandina giftûgoyan li gel Bexda bo parastin û dabîn kirina maf û şayisteyên destûrî yên herêma Kurdistanê hate kirin.

Biryar hate dayîn ku di vê hefteyê de şand bo domandina danûstandinan serdana Bexdayê bike.

Di berdewamiya civînê de rewşa darayî ya niha ya hikûmetê hete şîrovekirin û biryar hate dayîn daku li gor karînên darayî yên hikûmetê ku li berdest dene, dest bi dabeş kirina mûçeyan were kirin.

Herwiha tekez li ser giringiya berdewam bûn li ser cîhbicîh kirina proje qanûna reforman hate kirin û biryar hate dayîn daku di vê hefteyê de û piştî bi dawî hatina dema diyarkirî ya bo agehdar kirina wan kompanî û aliyên ku deyindarên hikûmetê ne, prosesa wergirtina deyinan destpê dike.

Derbarê wan daxwazên ku niha derbarê sîstema ne navendî de li holê ne, aliyên beşdar di hikûmetê de tekez li ser mijara ne navendî û dayîna desthilatan di bin serpereştiya Serokatiya hikûmetê de hate kirin û hate gotin ev yek beşek ji bernameya kabîneya hikûmetê ye û tekez li ser yekparçeyiya pêgeha herêma Kurdistanê û dijatî kirina her cure hewlek y abo du îdareyî hate kirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.