Wezareta tendirostî tedbîrên nû destine

vê li gor biryara hikûmet sibê fermangehên fermî werin vekirin
کوردستان TV
100%

Îro wezareta tendirostî ya hikûmeta herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya han de wezareta tendirostî tedbîrên xweparêziyê li hember Koronayê yên bo dema destpê kirina devama fermangehan ragihandiye.

Li gor daxuyaniya han 39 şîret û tebdîrên nû hatine stendin bo dema vebûna fermangehên fermî û daxwaz hatiye kirin ku tevahiya aliyan pêbendî wan şîret û tedbîran bin û nabe li ti cîhekê qerebalixî were çêkirin û lazime fermangeh jî bi ti awayî xwarin û vexwarinan neden karmendan, heta ji wan were eger pêdivî nebe nabe rojane serdana fermangehan were kirin.

Herwiha hatiye gotin nabe pencemor ji karmend û fermanberan were wergirtin.

Weke tê zanîn biryare sibê fermangehên hikûmetê werin vekirin û devam destpê bike.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.