25 welatî hatine darde kirin

tenê di meha nîsanê de 13 girtiyên Kurd hatine dardekirin
کوردستان TV
100%

Li Rojhilatê Kurdistanê di nava du mehan de bi giştî 25 welatiyên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve hatine dardekirin.

Li gor raporteke nêrîngeha Hengaw ya bo mafên mirovan, di nava her du mehên Adar û Nîsana sala 2020an de li Rojhilatê Kurdistanê bi giştî 25 welatiyên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve hatine dardekirin.

Di raportê de hatiye diyarkirin ku hijmara wan kesên ku di meha Nîsanê de li Rojhilatê Kurdistanê hatine dardekirin zêdetir bûye ji hijmara wan kesan ku di nava her sê mehên destpêka îsal de li Îranê hatine dardekirin.

Tenê di meha Nîsanê de 13 girtiyên Kurd li bajarên Kirmaşan, Urmiye, Sine û Birûcerd hatine dardekirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.