Almanya Hizbulah xiste nava lîsteya terorê

basikê leşkerî ya hizbulahê xistiye nava lîsteya terorê
کوردستان TV
100%

Wezareta navxwe ya Almanyayê eşkere kiriye ku lîsteyeke nû ya derbarê tevgerên terorîstî de amade kirine.

Li gor daxuyaniya wezareta navxwe ya Almanyayê navê hizbulahê, yaku şaxê serekî ya vê li Libnanê ye û li piraniya welatên din yên îslamî jî heye, xistiye nava lîsteya terorê de.

Di sala 2013an de Yekîtiya Ewrûpayê jî basikê leşkerî ya hizbulahê xistibû lîsteya terorê lêbelê basikê siyasî nexistibû nava lîsteyê.

Weke tê zanîn basikê siyasî yê hizbulahê ya navendî li Libnanê ye lê basikê leşkerî ya hizbulahê li çend welatên din yên Îslamî, weke Îran, Îraq û Sûriyeyê jî heye.

N: E.G

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.