Şanda hikûmeta herêma Kurdistanê yaku niha li Bexdayêye, duhê bi şev bi awayekî cuda li gel her yek ji her du Serokwezîrên berê yên Îraqê Nûrî Malikî û Heyder Ebadî civiya.
Di civînan de her du alî behsa rewşa giştî ya Îraqê, prosesa ava kirina kabîneya nû ya Îraqê û kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê û hewldanên heyî yên bo çareser kirina kêşeyên han kirin.
Weke tê zanîn şanda Kurdistanî bi Serokatiya Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê, ev sê roje li Bexdayêye û heta niha li gel piraniya rayedar û Serkirdeyên aliyên siyasî yên Îraqê civiyaye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin