Li gor zaniyariyên berdest ji Rojhilatê Kurdistanê, hêzên îtlaata rejîma Îranê sê welatiyên Kurd yên şêniyê bajarê Bane wenda kirine.
Navenda Hengaw ya bo mafên mirovan li Rojhilatê Kurdistanê belav kir ku hêzên îtlaata rejîma Îranê li gundê Bilesen li Baneyê bi hinceta hevkarî kirin li gel partiyeke Kurdî ya dijî rejîma Îranê sê welatî girtine û bo cîheke nediyar veguhastine.
Hengawê daye zanîn ku ev her sê welatî hatine wendakirin û heta niha kesûkarên wan jî nikarîne ti zaniyarî derbarê rewşa wan de bi dest bînin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin