Li gor zaniyariyên berdest hijmara kesên ku di encama teqîna duhê ya li Efrînê de canê xwe ji dest dane zêde bûye û bûye 53 kes.
Hate zanîn ku di encama heman teqînê de 176 kesên din jî birîndar bûne.
Weke tê zanîn duhê li ser rêya Raco ya li Efrînê tirimbîleke bombekirî hatibû teqandin.
Heta niha nayê zanîn ku kîj alî anjî kîj kom ev teqîn pêk aniye.
Ji aliyê xwe ve Birêveberatiya xweser ya Rojavayê Kurdistanê berpirsiyartiya teqînê xistiye stuya Tirkiye û komên çekdar yên ser bi Tirkiyeyê û gotiye: Armanc ji teqîna han yaku xelkê sivîl kiriye armanc tirsandine şêniyên Efrînê ye daku neçar bibin ji bajêr derkevin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin