Piştî demeke dirêj ji şer û pevçûnên navbera artêşa nîştimaniya Lîbya ya bi Serokatiya Xelîfe Xefter û hikûmeta nîştimanî ya Lîbyayê ya bi Serokatiya Feyaz Serac, şeva derbazbûyî Xelîfe Xefter dest danî ser desthilat û îdareya giştî ya Lîbyayê.
Xefter di yekem daxuyaniya xwe de eşkere kir ku lazime xelkê Lîbyayê bibe xudan îrade û jiyane xwe û emê hewl bo didin pergaleke demokratîk û nûdem li Lîbyayê cîhbicîh bikin.
Ji aliyeke din ve, baylozxaneya Amerîkayê ya li Trablusê yaku beriya niha di destê hikûmeta Nîştimanî bi Serokatiya Feyaz Serac de bû, ragihand ku Amerîka ji vê pêngava Xefter dilgirane û hêvî dike aloziyên Lîbyayê bi dawî bibin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin