Rêveberê giştî yê tenduristiya Hewlêrê ragehand, li Hewlêrê rewşa tenduristiya piraniya berkeftiyên vîrusa korona başe, lê tenê rewşa berkeftiyekî baş nîne.
Rêveberê giştî yê tenduristiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed ji K24ê re ragehand: ‘’Bi awayekî giştî berkeftiyên korona li Hewlêrê piraniya wan başin û çareseriya tenduristiyê tê kirin û bijîşk ji nêzîk ve agahdarin.’’
Herwaha got: ‘’Li Hewlêrê tenê rewşa yek berkeftiyekî vîrusa korona baş nîne, ku du roj berî naha derket ber vîrusa korona ketiye. Naha bêhndan û standina wî û germbûna bedena wî xirabe û bijîşk nêzîk ve eleqederin û çareseriya pêwîst bo dikin.’
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin