Li Tirkiyeyê heta niha 112 hezar û 261 kes bi Covîd-19ê ketine

2 hezar û 900 kes jî mirine
کوردستان TV
100%

Li Tirkiyeyê duh 95 kes mirine û nexweşî li 2 hezar û 131 kesên din peyda bûye.

Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.

Li gorî van daneyan li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li 2 hezar û 131 kesên din hatiye dîtin. 95 kesên din mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 2 hezar û 900an. Her weha 4 hezar û 651 nexweş jî baş bûne.

Test ji bo 20 hezar û 143 kesan hatiye kirin.

Li gor daneyan heta niha test ji bo 918 hezar û 885 kesan çêkirine. 112 hezar û 261 kes nexweş ketine.

Dermankirina hezar û 736 kesan li beşên nexweşiyên giran berdewam dike. Hejmara nexweşên entube 882, ya nexweşên baş bûne 33 hezar û 791 e

Bianet

 

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.