25 parlementerên şîe li parlementoya Îraqê li dijî wezîrê darayî yê vê welatî jiber ku mûçeyên karmendên Kurdistanê şandiye, doz ve kirine.
Di vê derbarê de parlementerê parlementoya Îraqê li ser lîsta firaksiyona PDKê Nehro Mehmûd Qadir eşkere kirk u 25 parlementerên şîe li parlementoya Îraqê de li dijî wezîrê darayî yê Îraqê jiber ku mûçeyên karmendên Kurdisanê şandiye, doz vekirine.
Mehmûd Qadir eşkere kir ku niha Îraq bi giştî 24 miliyar dolar deyindarê Kurdistanê ye û ev pere heta niha bo Kurdistanê nehatiye şandin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin