Îsraîl dîsa êrîşî ser Dîmeşqê kir

ev sêyemîn care ku êrîşî Dîmeşqê dike
کوردستان TV
100%

Li gor çapemeniya Sûriyeyê, îro duşem hikûmeta Îsraîlê bi mûşekan êrîşî ser çend pêgehên leşkerî yên li Dîmeşqê kiriye.

Ajansa nûçeyan ya rejîma Sûrî belav kiriye ku îro danê sibê Îsraîl bi mûşek êrîşî ser çend navend û baregehên leşkerî li Dîmeşqê kiriye û sîstema berevaniya mûşekî ya Sûrî kariye çend ji wan mûşekan beriya ku bigehêjin armancên xwe biteqîne.

Ajansê herwiha eşkere kiriye ku ev mûşekên han ji ser asmanê Libnanê re hatine û ev sêyemîn care di sala 2020an de ku Îsraîl êrîşî ser navendên leşkerî li Dîmşqê dike.

Di bakrevenda nûçeyê de tekez li ser vê yekê hatiye kirin ku di salên derbasbûyî de Îsraîl bi dehan car êrîşî ser navendên leşkerî yên Îran û hizbulahê li Sûriyeyê kiriye.

N: E.G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.