Li gor daxuyaniya birêveberatiya polîsê devera Raperînê, hêzên polîs piştî wergirtina zaniyariyên pêwîst karîne 4 tawanbar ku beriya niha biryara girtina wan ji aliyê dadgehê ve hatibû derkirin, bigirin.
Di daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku îro hêzên polîs yên li Raperînê li ser rêya Qeladizê û Pişderê karîne di nava tirimbîlekê de ev her çar tawanabarn ku beriya niha biryara girtina wan hatibû dayîn bigirin.
Di beşeke din ji daxuyaniyê de behsa vê yekê hatiye kirin ku di dema girtinê de dest bi ser çend cure çekan jî ku li di nava tirimbîla tawanbaran de bûne hatiye girtin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin