Alûsî: Fedralîzm têk çû pêdivî bi konfedralîzimê heye

dibêje aliyên şîe di îdare kirin û birêvebirina welat de serkeftî nebûne
کوردستان TV
100%

Siyasetmedarê navdar yê Îraqê dibêje ku sîstema fedralî ya li Îraqê têk çûye û lazime Îraq bilez derbazî sîstema konfedraî be.

Serokê partiya Umet ya Îraqî Mîsal Alûsî di dema beşdarî kirin di bernameyeke raste rast ya kanala Kurdistan24 de eşkere kir ku li Îraqê sîstema fedralî têk çûye lewre lazime bilez derbazî sîstema konfedralî bibin.

Nav hatî herwiha eşkere kiriye ji aliyên şîe ji sala 2003an ve heta niha bo îdare kirin û birêvebirina Îraqê serkeftî nebûne.

Alûsî anî ziman ku niha li Îraqê biryar di destê hêzên çekdar û aliyên siyasî yên nêzî wan çekdaran deye û lewre Îraq nikariye kêşeyên xwe çareser bike û roj bi roj rastî kêşeyên nû hatiye.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.