Birêveberatiya Polîsê Hewlêrê eşkere kir ku, hêzên polîs karîne di operasiyonekê de kesek ku dizî kiriye binçav bikin.
Li gor daxuyaniya han, zaniyarî gehêştine polîs ku li taxeke Hewlêrê kesek hinek tiştên malan dizîne û pişt re jî polîs operasiyon lidar xistiye û kariye ev kesê ku dizî kiriye biçav bike.
Di beşeke din ya vê daxuyaniyê de, kesê ku dizî kiriye çekek ji coreya kilaşînkof jî li gel bûye û li gel tiştên ku dizî bûne, ji aliyê polîs ve hatine destbiserda girtin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin