Îro ev du cerbandingehên din yên ku di çarçoveya rûbirû bûna Koronayê de, ji aliyê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve bo Rojavayê Kurdistanê hatibûn dabînkirin, gehêştine Rojavayê Kurdistanê.
Beriya ku Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî cerbandingeh bo Rojavayê Kurdistanê dabîn bike, şêniyên Rojavayê neçar bûn cerbandinên xwe bo ku bizanin bi Koronayê ketine an na şandibana Şamê û hefteyeke zêdetir li benda encamên cerbandinên xwe bana, lê di saya wan cerbandingehan de, di nava du seatan de bo wan derdikeve ku kê/kî bi Koronayê ketiye.
Nêçîrvan Barzanî beriya niha du cerbandinehên din yên taybet bi Korona û çend nexweşiyên din do Rojavayê Kurdistanê dabîn kiribû û îro jî du cerbandingehên din gehêştine Rojavayê û radestî rayedarên rêveberiya xweser hatin kirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin