Li Helebce tenê 7 berketiyên Koronayê mane

15 ji wan baş bûne û bo malên xwe hatine şandin
کوردستان TV
100%

Birêveberê tendirostiya Helebceyê ragihand ku li Helebceyê bi giştî 22 welatî bi Koronayê ketibûn û tevahiya wan li nexweşxaneyê hatine dermankirin.

Birêveberê tendirostiya Helebceyê Dr. Azad Mistefa eşkere kir ku ev 22 welatiyên ku li Helebceyê bi Koronayê ketibûn, bo nexweşxaneyê hatine veguhastin û piştî derman kirinê rewşa 15 ji wan baş bûye û bo malên xwe hatine veguhastin.

Azad Mistefa eşkere kir ku niha li Helebceyê tenê 7 berketiyên Koronayê mane û di nava qonaxa derman kirinê dene di nava çend rojên pêş de ve ev jî ji nexweşxaneyê werin derxistin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.