Welatiyeke din yê Kurd yê ku li girtîgeha bajarê Seqizê ya li Rojhilatê Kurdistanê reviya bû piştî girtinê îro hate dardekirin.
Li gor raporteke nêrîngeha Hengawê ya bo mafên mirovan, girtiyeke din yê Kurd yê ku ji girtîgeha Seqizê reviya bû îro li girtîgeha bajarê Sine hatiye dardekirin.
Hengawê belav kir ku, girtiyê Kurd yê bi navê Loqman Ehmedpûr îro li girtîgeha bajarê Sineyê hatiye darve kirin û girtiyeke din yê Kurd jiber dabîn kirina pereyên ku lazime weke qerebû (diye; di zagonên Îranê de bi wateya pereya xwînê ye) dabîn kiriye bo piştî meha Remezanê hatiye paşxistin.
Herwiha hate zanîn ku biryare sibê pêncşem û înê 5 welatiyên din li Rojhilatê Kurdistanê werin îdamkirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin