Piştî 24ê Nîsanê piraniya cîhan tên vekirin

ji sibê ve hin cîhên xizmetgozarî û tendirostî têne vekirin
کوردستان TV
100%

Parêzgarê Hewlêrê îro ragihand ku piştî 24ê Nîsanê piraniya cîhên nava bazar û cîhên xizmetgozarî û tendirostî têne vekirin.

Parêzgarê Hewlêrê Ferset Sofî ragihand ku hêdî hêdî Korona li Kurdistanê ber bi nemanê ve diçe lê tedbîrên ewlekarî yên bo parastina welatiyan berdewam dibin.

Sofî eşkere kir ku qedexeya hatûçûyê weke xwe heta 24ê Nîsanê berdewam dibe û ji seat 6ê êwarê heta 12ê şevê kes nikare bi ti awayî hetûçû bike lêbelê rojane asankarî bo xelkê têkirin.

Nav hatî diyar kir ku îro heta seat 12ê şeva 23ê Nîsanê pêbendî qedexeya hatûçûyê dibin û bi hemahengî û şêwir kirin li gel aliyên têkildar yên tendirostî û wezareta navxweyê biryar hate dayîn ji ji sibê ve nêrîngehê nûjdarî, cîhên tendirostî û hin cîhên din yên xizmetgozarî bi liber çav girtina şîretên tendirostî werin vekirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.