Li Başûrê Îranê êrîşî ser hêzên rejîmê hate kirin

yek hatiye kuştin û 3 din jî birîndar bûne
کوردستان TV
100%

Li gor çapemeniya Îranê duhê duşem li başûrê Îranê êrîşî ser hêzên leşkerî yên rejîma Îranê hatiye kirin.

Çapemeniya Îranê li ser zarê birêveberatiya têkiliyên giştî ya biryargeha Qodis ya spaha pasdaran ya li Sîstan û Belûçistanê, belav kir ku duhê, komeke çekdar êrîşî ser hêzên leşkerî yên Îranê kirine û di encama êrîşa han de Besiciyek hatiye kuştin û 3 kesên din jî birîndar bûne.

Herwiha hate zanîn li deverê de operasiyonek li dijî komên çekdar hatiye destpêkirin.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.