Her roj zêdetir ji 100 kesanê canê xwe ji dest didin

bi giştî hezar û 890 kes canê xwe ji dest dane
کوردستان TV
100%

Korona belav bûna xwe ya bilez li Tirkiyeyê didomîne û tedbîrên hikûmetê jî bandoreke wisa li ser belav bûna Koronayê nakin.

Wezîrê tendirostî yê Tirkiyeyê Fexredîn Koca di daxuyaniya xwe ya herî dawî de eşkere kir ku rojane li Tirkiyeyê herî kêm 3 hezar û 500 kes bi Koronayê dikevin û zêdetir ji 100 kesan canê xwe ji dest didin.

Koca eşkere kir ku di nava 24 seatan de 3 hezar û 783 kes bi Koronayê ketine û bi vê awayî hijmara kesên ku bi Koronayê ketine bûye 82 hezar û 329 kes.

Nav hatî herwiha diyar kir ku di nava 24 seatên derbazbûyî de 121 kesên din jî jiber koronayê canê xwe ji dest dane û bi vê awayî hijmara miriyan li Tirkiyeyê bûye 1890 kes.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.