9 karker di medenekê de canê xwe ji dest dan

komeke 12 kesî di medenê de li pey zêr geriyaye
کوردستان TV
100%

Li gor anjansên nûçeyan di encama herifîna medeneke zêran li Endonezyayê herî kêm 9 karker canê xwe ji dest dane.

Jêderên nûçeyan behsa vê yekê dikin ku di encama herifîna medeneke derqanûnî ya zêran li Smartaya Rojava ya li Endonezyayê herî kêm 9 karker di bin erdê de mane û canê xwe ji dest dane.

Rayedarên herêmî eşkere kirine ku ev bûyer duhê dema komeke 12 kesî di nava medenekê de ku berê hatibû lêdan, li pey zêr geriyane û meden bi ser wan de ketiye.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.